Demîrtaş poşman dibe

Hevserokê HDPê Selahetîn Demîrtaş bo helwesta xwe ya derbarê penaberên Sûrî de poşmaniya xwe derbirî û got ku, ew ne helwesta partiya wî ye.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê HDPê Selahetîn Demîrtaş bo helwesta xwe ya derbarê penaberên Sûrî de poşmaniya xwe derbirî û got ku, ew ne helwesta partiya wî ye.

Hevserokê HDPê Selahetîn Demîrtaş di civînekê de li Ezmîrê roja berî civîna fraksiyona HDPê, derbarê pêdana regeznameya Tirkiyê bo penaberên Sûriyê de daxwaza referandûmê kiribû.

Demîrtaş derbarê vê helwesta xwe de got ku, bikaranîna referandûmê neheqiyek e li hember wan mirovan, ku referendûm ji mafê bingehîn û azadiyê nabe.

Demîrtaş tekezî li ser helwesta partiya xwe kir, ku bo pêdana mafê welatbûnê ji penaberên Sûrî re nabe bi referandûm be û şaşbûna xwe derbarê vê pirsê de derbirî.

Herwiha Demîrtaş li hember vê yekê rexne li berpirsên Tirkiyê girt ku, ew ne amade ne hember siyasetên xwe yê şaş derbarê krîza Sûriyê de lêborînê bixwazin.