26 şaredarên HDPê û DBPê ji kar hatine dûrxistin

Di êrîşê de bi hinceta otombîla şaredariyê hatiye bikaranîn Hevşaredarên Mazîdaxê Necla Yildirim û Alî Ozkan ji kar hatibûn dûrxistin.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Efkan Ala dibêje heta niha 26 şaredarên Partiya Herêman a Demokratîk DBPyê ji kar hatine dûrxistin.

Derbarê vê yekê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Efkan Ala, li bakurê Kurdistanê bajarê Erziromê pirsên rojnamevanan bersivand û da zanîn ku, xelk ji bo xizmet were kirin dengên xwe didin DBPyê lê belê şaredarên DBPyê xendek dikolin û bi bi wesaîtên şaredariyê bombeyan diteqînin. Di vê çarçoveyê de 26 şaredarên DBPyê ji kar hatine dûrxistin.

Berî niha bi çend rojan li dijî Qereqola Leşkerî ya li ser riya navçeya Mazîdaxê bi otombîlek bombebarkirî êrîş hatibû kirin.

Di êrîşê de bi hinceta otombîla şaredariyê hatiye bikaranîn Hevşaredarên Mazîdaxê Necla Yildirim û Alî Ozkan ji kar hatibûn dûrxistin.