Dengvedana Peymana Amerîka û Herêma Kurdistanê

Tê çaverêkirin ku, dengvedana peymana dîrokî dê demeke dirêj li Tirkiyê berdewam bibe.

K24-Navenda Nûçeyan

Peymana dîrokî ya ku Amerîkayê ligel Kurdistanê di çarçoveya operasyona Musilê de îmze kir, li Tirkiyê dengeke mezin veda. Peyamana ku di rojname û televîzyonên Tirkiyê de bi awayekê berfireh cih girt ji aliyê akademîsyanan ve jî ji nêz ve tê şopandin.

Yek ji wan akademîsyenan jî Alî Semîn e ku bi eslê xwe Kirkuyî ye û salên dirêj li Tirkiyê li ser Rojhilata Navîn weke pisporekî lêkolîn kiriye. Li gor Semîn ev peyman bi gelek taybetmendiyên xwe dîrokî ye, her çiqas peymaneke leşkerî be dê di warê aborî û siyasî de jî deng vede, ev rêkeftin bo Bexda û Tahranê jî peyamek e.

Pisporê Rojhilata Navîn Alî Semîn derbarê vê yekê wiha got:"Amerîka di sala 2003'an de piştgiriya Kurdan kir, lê piştre hevgirtina Iraqê parast û piştevaniya Bexdayê kir. Ev rêkeftin, li dijî rêkeftina hevkariya stratejîk a sala 2008ân de di navbera Bexda û Amerîkayê hatiye îmzekirin e. Demeke dirêj e Tahrangef li Hewlêrê dixwar. Amerîka bi vê rêkeftinê, li dijî Tahran û Bexdayê li pişt Hewlêrê disekine."

Semîn da zanîn ku, bi vê peymanê, Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di polîtîkaya navxweyî de dê zêdetir xurttir bibe.

Pispora polîtîkayên derve Şebnem Merve Oruç amaje kir ku Amerîka dît ku bêyî pêşmerge li dijî DAIŞ'ê têkoşîn zehmet e û loma ligel Hewlêrê li hev kir.

Ji aliyê xwe ve Pispora Polîtîkayên Derve Şebnem Merve Oruç wiha axifî:"Operasyona Musilê çend meh berê dest pê kiribû. Amerîka, pêşî xwest ku vê operasyonê ligel artêşa Iraq û komên ku li pişt wan Îran heye bike, lê bi ser neketin bi tenê çend bajarok hatin rizgarkirin.  Bermaberî vê yekê DAIŞ, li Bexdayê teqînên mezin pêk anî. Paşê berê xwe dan Felluceyê."

Oruç amaje kir ku Amerîka, di sala 2012'an de ji bo têkbirina rêkeftina neftê ya navbera Hewlêr û Enqereyê demeke dirêj hewl da lê bi peymana dawî xeletiya xwe jî dît.

Tê çaverêkirin ku, dengvedana peymana dîrokî dê demeke dirêj li Tirkiyê berdewam bibe.