xwepêşandan li pêş ofîsa Fethulah Gulen destpê kir
K24-Navenda Nûçeyan
Welatiyên Tirkiyê yên ku, li bajarê Pinsilvanya dimînin xwepêşandanek li ber ofîsa Fethula Gulen birêve birin.
Li gor medyaya Tirkiyê berî demekî nêzîk welatiyên Tirkiyê yên ku, li bajarê Pinsilvanya dimînin dest bi xwepêşandanekê li ber ofîsa Fethula Gulen kirin.
Ji aliyeke din ve Serokerkanê Tirkiyê bi armanca vegerandina firokeya helîkoper a Tirkiyê ku, tê de 8 leşkerên hewla derbeya leşkerî kirbûn tîmek rêkire Yonanistanê.Herwiha berî niha jî Wezîrê Derve yê Tirkiyê daxwaz ji Yonanistanê kirbû ku, wan leşkeran rasdetî Tirkiyê bike.
Li gor medyaya Tirkiyê ew 8 leşker daxwaza penaberiyê ji Yonanistanê kirbûn, herwiha hikûmeta Tirkiyê piştî têkçûna kodetayê du hezar û 745 dadwer girtibûn û hejmara kesênku, hatibûne kuştin 265 ji wan 104 leşkerbûn.