Li firokxaneya Stanbolê şer û pevçûn derket

Li firokxaneya Sebîha Gokcen ya Stanbolê şer û pevçûn di navbera hêzeke polîs û hejmarek leşkerên Tirkiyê derket.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li firokxaneya Sebîha Gokcen ya Stanbolê şer û pevçûn di navbera hêzeke polîs û hejmarek leşkerên Tirkiyê derket.

Di operesyona desteserkirina leşkerên Tirkiyê yên pêwendiya wan bi hewla kudetayê leşkerî re hene. Hejmareke leşker di firokxaneya Sebîha Gokcen ya Stanbolê de mabûn.

Hêza polîsên Stanbolê xwastin wan leşkeran bigirin, lê leşkeran red kirin xwe radestî polîsan bikin, di encamê de şer û pevçû derket.

Wezîrê Dad yê Tirkiyê Bekîr Bozdac îro ragehand ku, di çarçoceya têkçûna hawla kudetaya leşkerî de, dora 6 hezar kes hatine girtin, da zanîn ku, operasyona girtina wan kesên pêwendîdar bi kodateyê berdewam e.