McGurk: HSDê zanyariyên girîng li Minbicê bidest xistine

Nûnerê Serokê Amerîkayê ji bo şerê dijî DAIŞê Brett McGurk ragehand ku, hêzên Sûriyeya Demokratik (HSD) zanyariyên girîng li ser DAIŞê li Minbic bidest xistine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Serokê Amerîkayê ji bo şerê dijî DAIŞê Brett McGurk ragehand ku, hêzên Sûriyeya Demokratik (HSD) zanyariyên girîng li ser DAIŞê li Minbic bidest xistine.

Nûnerê Serokê Amerîkayê ji bo şerê dijî DAIŞê Brett McGurk diyar kir ku, îro careke din hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji binkeya leşkerî ya Tirkiyê Încirlîkê ve, dest bi êrşên li dijî DAIŞê li Sûriyê kiriye û aşkere kir jî, ku di hin rojên borî de HSDê gelek zanyariyên girîng li ser DAIŞê li Minbicê bidest xistine.

Ji destpêka Hezêranê ve, HSD û Encûmena Leşkerî ya Minbicê dest bi operesyona Fêsel Ebû Leyla ya rizgarkirina Minbicê kirine, heta niha jî bêhtir ji nîvê Minbicê jî Kontrol kirine.