Qamişlo: Ji ber germa Havînê zarok nexweş dibin

Bilindbûna pileyên germahiyê di vê demê de li Rojavayê Kurdistanê dibe sedema peydabûna hin nexweşiyan li cem zarokan. Li gorî axaftinên kesûkarên zarokan, heman nîşanên nexweşiyê li ser zarokan têne diyarkirin, mîna cureyên kulbûnê, êşa serî, û ta.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/35521080-17fa-491d-a7b5-7652f7cf58d1/zarok-qamislo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Bilindbûna pileyên germahiyê di vê demê de li Rojavayê Kurdistanê dibe sedema peydabûna hin nexweşiyan li cem zarokan. Li gorî axaftinên kesûkarên zarokan, heman nîşanên nexweşiyê li ser zarokan têne diyarkirin, mîna cureyên kulbûnê, êşa serî, û ta.

Bijîşkên pispor di nexweşiyên zarokan de ji aliyê xwe ve didin zanîn ku, bi awayekî rojane bi dehan nexweşên ta û kulbûna zarokan ji aliyê wan ve têne pêşwazîkirin. Herwiha diyar dikin ku, sedemên van nexweşiyan vedigerin rewşa hewayê ya germ di vê demsalê de, herwiha tunebûna av û kehrebê.

Ji aliyekî din ve amaje bi wê yekê dikin ku, pêwîst e kesûkarên zarokan wan dûrî germê û ava sar bikin. Nemaze ku kêmbûna dermanan yek ji wan pirsgirêkên ku dibine sedema nerehetiya zarokan.

Li gorî zaniyariyên hewayê, bilindbûna pêla germahiyê ta 15ê meha Tebaxa bê, dê berdewam be û di rewşa kêmbûna dermanan de Bijîşkên pispor amaje bi wê yekê dikin ku, divê zarok ji tîşka rokê werin parastin û ava sar jî nevexwin, ji bilî giringiya paqijiya xwarinê û bi taybet fêkî û şînkayîyê.