Bi biryara Erdogan hemû firokeyên F16 li esmana Tirkiyê digerin

Serokomarê Tirkiyê biryara firîna hemû firokeyên şer yên ji cura F16 dide, bo parastina esmana Tirkiyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê biryara firîna hemû firokeyên şer yên ji cura F16 dide, bo parastina esmana Tirkiyê.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan biryara firîna tevahiya firokeyên şer yên F16 da, ku divê hemû firoke li esmana Tirkiyê bigerin. Di heman demê de, hezar û 800 polîsên taybet bo Stanbolê dişîne.

Piştî wê biryarê, hemû firokeyên Tirkiyê yên şerî li esmana Tirkiyê dest bi firînê kirin.

Ji aliyekî din ve, Erdogan derbarê Stanbolê de jî biryara lêdana her firokeyeke ji cureya helokoptaran di esmanê Stanbolê de bifire,da. Bêyî ku hişyariyê pê bide.

Ev yek tê di demekê de, ku li hin cihan operesyona hêzên ewlekariyê bo girtina kudetakaran dest pê kiriye. herwiha li Stanbolê jî şer û pevçûn di navbera polîs û hin leşkerên kudetakar li firokeya Sabîhe Gokcen derketibû.