Îran: Di rojekê de 16 kes hatine bidarvekirin

Li gorî agahiyên Ragihandina Çalakvanên Mafê Mirovan li Îranê (HERANA) herî kêm 11 kes roja şemiyê 16ê Tîrmehê ji bo cezayê wan yê darvekirinê pêk were, ji hucreyên zîndana Qizil Hisar a Kerecê re hatine veguhestin. Kesên hatine veguhestin duh, 17ê Tîrmehê hatin bidarvekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor heman çavkaniyê yek ji wan kesên hatine darvekirin jin bûye. Çalakvanên Mafê Mirovan tenê karîne nasnameya du kesên bi navê Seyîd Sabirî û Muslim Behramî nas bikin.

Roja 16'ê Tîrmehê, çar girtî ji girtîgehekê, çar girtiyên din ji girtîgeha Tehrana mezin, girtiyek ji zîndana Qizil Hisar, girtiyek ji girtîgeha Recayî Şehir a bajarê Kerecê û jinek jî ji cihek ne diyar ji bo werin darvekirin, ji hucreyên girtîgeha Qizil Hisar a bajarê Kerec a Tehranê re hatin veguhestin.

Hemû girtiyên ku duh hatin bidarvekirin, bi behaneya ku bazirganiya bi madeyê hişber re kirine, ji wan re ev ceza hatiye dayîn.

Ji aliyê din ve, duh 5 kesên din di girtîgeha Kerec û Bîrcend a Îranê de hatin bidarvekirin. Li gor vê yekê bi giştî di rojekê de herî kêm 16 kes li Îranê hatine darvekirin.