Ewropa:Tirkiyê berî kodetayê lîsteya girtiyan amade kir bû

Di 15ê vê mehê Tirkiyê rastî derbeyeke leşkerî hat, lê ew kodeta bi ser neket.

K24-Navenda Nûçeyan

Berpirsê doseya ferihbûna Yekîtiya Ewropayê Yohans Han ragehand ku, kiryarên girtina bilez di nav leşker û dadweran de ji aliyê Tirkiyê ve piştî têkçûna kodetayê nîşan dide ku, Tirkiyê berî wê yekê lîsteya girtiyan amade kirbû.

Derbarê vê mijarê Berpirsê doseya ferihbûna Yekîtiya Ewropayê Yohans Han di kongireyekî rojnamevanî de daxuyaniyek belav kir tê de diyarkir ku, li gor bûyera ku li Tirkiyê nîşan dide ku, berê lîste hatibûne amade kirin ji vê qonaxê re.

Duh, Wezîrê Dad yê Tirkiyê ragehandibû ku, ji destpêka têkçûna kodetayê ve 6 hezar kes hatine girtin, herwiha 42 ceneral jî bilî wan kesan.

Di 15ê vê mehê Tirkiyê rastî derbeyeke leşkerî hat, lê ew kodeta bi ser neket.