WîkîLeaks 100 hezar belge li ser kudetaya Tirkiyê belav dike

Belge bi zimanê Tirkî tên weşandin.

K24-Navenda Nûçeyan

Malpera navdar a WîkîLeaksê ragehand ku, ew dê zêdetirî 100 hezar belge li ser Tirkiyê belav bike, beşek ji wan li ser kûdetayê ne.

Derbarê vê yekê de Malpera WîkîLeaksê di nûçeyekî xwe de eşkere kir ku dê di demek nêzîkî de bi hezaran belge li ser Tirkiyê belav bike.

Li gorî daxuyaniya WîkîLeaksê, beşek ji wan belgeyan li ser kûdetaya binketî ya şeva 15ê Tîrmeha îsal in û piranî jî dê bi zimanê tirkî bên weşandin.