Akin Ozturk:Ti pêwendiya min bi kodetayê re nîne

Di hewldana derbeyê de, koşka Serokomarî û Parlamentoya Tirkiyê hatibû bombebarankirin û nezîkî 250 kesan canê xwe ji dest dabûn û heta niha ji 6 hezaran zêdetir kes hatine binçavkirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Îfadeya Fermandarê Berê yê Hêzên Asmanî yê Tirkiyê Akin Ozturk ku di dozgeriyê daye aşkere bû. Ozturk dibêje ti pêwenidya wî bi kesên ku xwestine derbeyê bikin re nîne, berovajî, wî xwestiye pêşiya derbeyê bigre.

Ajansa Anadolû ku ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê ye ragehand, Akin Oztur fermandarê berê yê hêzên Asmanî di dozgeriyê de xwemikur hatiye û gotiye, bi armanca derbeyê tevgeriya ye.

Lê heman ajansê piştî demek, nûçeya xwe rast kir û ragehand, Oztur di îfadeya xwe de gotiye, ti pêwendiya wî bi kesên derbeciyan re nîne û bo ku ev derbe negihîje armancê çi ji destê wî hatiye kiriye.

Ozturk got, ew girêdayî sîstema demokrasî ye û Sererkan Hulusî Akar şahidê wî ye ku, bo astengkirina derbeyê çawa kar kiriye.

Di hewldana derbeyê de, koşka Serokomarî û Parlamentoya Tirkiyê hatibû bombebarankirin û nezîkî 250 kesan canê xwe ji dest dabûn û heta niha ji 6 hezaran zêdetir kes hatine binçavkirin.