Balyozê Amerîka yê li Tirkiyê:Cihê kudetayê di civakên demokratîk de nîne

Bass da zanîn ku, Serok Obama di demjimêrên destpêkê yên hewldana derbeyê de piştevaniya xwe bo hikûmeta Tirkiyê ku hatiye hilbijartin aşkera kir.

K24-Navenda Nûçeyan

Balyozê Amerîka yê li Tirkiyê John Bass ragehand ku, di civakên demokratîk de cihê derbeyan nîne û tevî gelê Tirkiyê şîna kesên sivîl digrin ku di derbeyê de canê xwe ji dest dane.

John Bass, li ser malpera Bolyozxaneyê derbera helwesta gelê Tirk ya hemberê derbeyê û xwedîlêderketina saziyên demokratîk pîroz kir.

Bass da zanîn ku, Serok Obama di demjimêrên destpêkê yên hewldana derbeyê de piştevaniya xwe bo hikûmeta Tirkiyê ku hatiye hilbijartin aşkera kiriye.

Bass, xemgîniya xwe hemberê daxuyaniyên ku Amerîka bi palpiştkirina derbeyê tawanbar dikin jî ragehand û got, daxuyaniyên wiha ne rest in û zirarê didin dostaniya her du welatan.

Bass got, eger Tirkiye bi awayek resmî Fethulah Gulen ji Amerîkayê bixwaze, li gorî qanûnên her du welatan dê biryar bê dayîn û divê bo vê hemû şert bên bicihanîn.