Pintagon: Em dikarin dev ji Incirlîkê berdin

Di 15ê vê mehê de hawla kudetayek li Tirkiyê hate kirin, ew yek bû sedema birîna karebê ji navenda incirlîk a leşkerî ku, ji wê navendê Hevpeymaniya Navdewletî operasyonên xwe li dijî DAIŞê encam didin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Berdevê Wezareta Bergiriya Amerîkayê (Pintagon) ragehand ku, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîkayê dikare dev ji navenda leşkerî a Tirkiyê Incirlîk berde.

Berdevê Wezareta Bergiriya Amerîkayê (Pintagon) Peter Cook de kongireyeke rojnamevanî de ragehand ku, Ji 16ê vê mehê de kehrebe ji navendî Incirîkê hatiye birîn, heta niha jî birîna eliktirîkê berdewam e. Cook da zanîn jî, divê Tirkiyê pêngavên vê pirsgirêkê çareser bike.

Kok aşkere kir ku, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîkayê dikare dev ji navenda leşkerî a Tirkiyê Incirlîk berde. Diyar kir ku, Hevpeymaniya Navdewletî karînên wê hene ku, bêyî navenda Incirîlê operasyonan li dijî DAIŞê encam bide.

Cook di dawî ya daxuyaniya xwe de aşkere kir ku, kudetaya li Tirkiyê bo Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê Aşton Kater jî neçaverê kiribû.