Li Tirkiyê ji bo çareseriya Pirsa Kurd proseyeke nû

Piştî bangawaziya Emerikayê ji bo, rewastandina şerê di navbera Dewleta Tirk û Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê de, hêviya ku proseyeke nû destpê bike .
kurdistan24.net

 

K24-Navenda Nûçeyan

Salekî berê li Tirkiyeyê porseya aştî û çareseriyê rêkeftîbû û metirsiya têkçûyîna wê proseyê hebû ku piştî şer û pevçûn dest pê kirin ew prose têkçûbû. Îsal jî di heman seremê de, hewla cuntayê li Tirkiyeyê hat dayîn û ev car cunta têkçû. Çavdêrên siyasî radigihînin ku, divê alî bi qedra lihev kirina siyasî bizanin û pirsgirêkan bi rêyên demokrasî û siyasetê çareser bikin.

Li Tirkiyeyê piştî Hezîrana 2015-an proseya aştî û çareseriyê ber bi têkçûnê ve çû û piştî 24ê Tîrmehê jî proseya şer û pevçûnan destpê kir. Salekî derbas bû, bi hezaran kes canê xwe jidest dan, bi dehan navçe û bajarê li Bakûrê Kurdistanê têkçûn û bi milyonan kes koçber bûn û bandorên neyînî ji wan aloziyan dîtin. Gelo proseyeke nû, li Tirkiyeyê çewa dikare pirsgirêkan çareser bike û biserkeve? Çavdêrên siyasî û rêvebirên saziyên sivîl ji bo Kurdistan24 nirxandin.

Akademisyenê Beşa Hûqûqê û çavdêrê siyasî Doçent Doktor Vehap Coşkûn, diyar kir ku herdû alî jî nikarin bi şer tu encamekî bidestve bînin, axirîn dê li ser mêzê rûnên, lê divê demildest vî şerî bidin seknandin da ku zêtir xeteriyan peyda neke. Coşkûn dibêje, kilîda serketina proseyeke nû, di lihevkirina Tirkiyeyê û siyaseta Rojavayê Kurdistanê de ye.

Derbarê vê yekê Çavdêrê Siyasî Dr. Vehap Coşkûn wiha got:"Niha pirsgirêka herî mezin li Sûriyeyê. Li Sûriyeyê di meseleya Rojava de, di navbera Tirkiyeyê û PKKê de nîqaşên mezin hene. Li wir di navbera van herdû hêzan de, hemzemînekî nehatiye peyda kirin. Emerika dikare van herdû hêzan li wir nêzîkî hev bike, dema kul i wir nêzîk bibin, çareserî jî li Tirkiyeyê hêsantir dibe. "

Di 15ê Tîrmehê de hewla pêkanîna cuntayê li Tirkiyeyê rûda. Partiyên di meclisa Tirkiyeyê de jî, yekhelwestî li dijî wê proseyê rawestiyan û peyamnên hevper dan raya giştî.

Karsazê Kurd, Şahîsmaîl Bedirxanoglû jî, dazanîn ku ev nêzîkbûyîna partiyên siyasî, derfetekiye ji bo çareser kirina pirsa Kurd di serî de pirsgirêkên li Tirkiyeyê. Bedirxanoglû balkişand nearamiya di nav Tirkiyeyê de, rê li ber aliyên wek cuntekaran vedike û divê siyaseta sivîl ji vê hewldana dawî ders dirbixe.

Herwiha Karsaz û Çavdêrê Siyasî Şahîsmaîl Bedirxanoglû ji aliyê xwe ve wiha axifî:"Lewra jî divê yên ku welêt birêve dibin, bi taybet aştî û aramiya nav civakê û lihev kirina siyasî pêk bînin. Bi raya min, zemîn ji bo pêkanîna wê aştiyê jî niha xweş bûye."

Piştî bangawaziya Emerikayê ji bo, rewastandina şerê di navbera Dewleta Tirk û Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê de, hêviya ku proseyeke nû destpê bike din av raya giştî de peyda bû. Hin agahî jî hene ku behsa destpêkirina hevdîtinan di navbera herdû aliyan de dikin ku dê di demeke nêzîk de jî proseyeke nû destpê bike.