Serdana Malîkî ji Helebce re hat hilweşandin

Biryar bû îro Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa û serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malîkî serdana Parêzgeha Helebceyê bike, lê hejmarek ji çalakvanên wê parêzgehê ragihandin ku, ew dijî hatina wî berpirsî Iraqî ne û dê derkevin xwepêşandanan. Malîkî jî serdana xwe hilweşandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Helebce ragihand ku, hilweşandina serdana Malîkî ji ber sedemên ewlehiyê hat, ji ber ku hejmarek ji çalakvanên Helebceyê ragihandin ku, ew dijî hatina Malîkî ne û dê derkevin xwepêşandanan. Malîkî jî serdana xwe hilweşandin.

Peyamnêrê K24ê diyar kir jî, Asayişa Helebceyê jî du çalakvanên Helebce girtin, ku bi niyaz bûn xwepêşandanekê birê bixin.

Biryara serdana Malîkî piştî wê yekê dihat, ku duh ligel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê di asta bilind û yekem ya wan herdu partiyan de civiyabû. Lê di heman demê de hejmarek ji çalakvanên Helebçeyê nîgeraniyên xwe bo serdana Malîlî derbirîn û gotin ku, ji ber wî bûdceya Herêma Kurdistanê hate birîn û divê lêborînê bixwaze.

Herwiha hêza ewlehiya Parêzgeha Helebce bo serdana wî berpirsê Iraqî, tedbîrên ewlehiyê girtin.

Her di wê derbarê de, hejmarek ji çalakvanên civaka sivîl yên Parêzgeha Helebceyê di daxuyaniyekê de ragihandin ku, pêwîst e Nûrî Malîkî daxwaza lêborînê ji xelkê Kurdistanê bike, ji ber ku di serdema wî de budce û mûçeyên Herêma Kurdistanê hatin birîn.