Nicim Cibûrî: Nimêja Înê li Geyara dikin

Fermandarê operesyona rizgarkirina Mûsilê ragihand ku, ewê nimêja Înê li Geyara bikin û navçeyên wê jî ji DAIŞê paqij bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê operesyona rizgarkirina Mûsilê ragihand ku, ewê nimêja Înê li Geyara bikin û navçeyên wê jî ji DAIŞê paqij bikin.

Fermandarê operesyona rizgarkirina Mûsilê di Artêşa Iraqê de Lîwa Nicim Cibûrî radigihand ku, ewê roja Înê li nava navçeya Geyara ya li başûrê Mûsilê nimêja Înê bikin, herwiha wê navçeyê jî ji çekdarên DAIŞê paqij bikin.

Ev daxuyaniya Cibûrî piştî wê yekê tên ku, otombêl û karwana leşkerî ya artêş û hêzên ewlehiyê yên Iraqê çema Dicleyê derbas kirin û berve navçeya Geyara di rê de ne.

Roja 10 Tîrmehê, Serokwezîrê Iraqî Heyder Ebadî di ragihand ku, Navenda Leşkerî ya Geyara hat rizgarkirin û girtina wê navendê, gaveke girîng e bo rizgarkirina bajarê Mûsilê ji destê DAIŞê.