Keçeke Kurd di nav qurbaniyên bajarê Nîsê de bû

Xwendekara zankoyê bû.

K24-Navenda Nûçeyan

Keçeke Kurd a Rojavayê Kurdistanê di nav qurbaniyên bajarê Nîsê de bû

Roja 14 Tîrmehê li bajarê Nîs ya Fransayê bi rêya barhilgirekê êrîş li çamewerên ku bi roja netewî ya fransayê kom bûbûn hate kirin. Di encam de jî 84 kes hatin kuştin û zêdeyî 100 kesan birîndar bûn. Keçeke Kurd jî ji bajarê Qamişlo di nav qurbaniyên bajarê Nîs yê Fransayê de bû. 

Keça Kurd ya bi navê Şîlan Cêrman xelkê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye, li Almanyayê xwendekara zankoyê bû, bû yek ji qurbaniyê bajarê Nîs yê Firansayê û di wê êrîşê de hate kuştin.

Di wê êrîşê de ne tenê welatiyên Fransayê hatin kuştin, lê belê hejmarek ji kesên biyanî jî bûn qurbanî. Êrîş ji aliyê welatiyekî Fransî bû û biregeza Tûnisî hate emcam dan.