Enqere dosya destêwerdana Gulen şande Amerîkayê

Enqere dosya destêwerdana Fetulah Gulen ku ew di hewla kudetaya leşkerî ya li Tirkiyê de hebû, şande Amerîkayê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Enqere dosya destêwerdana Fetulah Gulen ku ew di hewla kudetaya leşkerî ya li Tirkiyê de hebû, şande Amerîkayê.

Piştî şikestina hewla kudetaya leşkerî ya roja 15 Tîrmehê li Tirkiyê, piraniya berpirsên pilebilind yên Tirkiyê tiliyê tuhmetê berve  Rêberê Tevgera Xizmetê Fetulah Gulen nîşan dan. Herwiha Gulen jî ew tuhmet red kirin.

Her di wê çarçovê de, îro Enqerê dosya pêwendiya Gulen bi kudetaya leşkerî re ji Amerîkayê re şand.

Ji ber ku Gulen li wîleyata Pennsylvania ya Amerîkayê dimîne, berpirsên Amerîkî jî ji hikûmeta Tirkiyê xwast ku, belgeyên tuhmeta wî nîşan bidin.