Li Devera Germiyanê pileya germahiyê digihe 50 pileyê

Ji ber bilindbûna pileya germahiyê li devera Germiyan, du roj wek bihnvedana ferîm li tevahiya dazgehên Germiyan hat ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji ber bilindbûna pileya germahiyê li devera Germiyan, du roj wek bihnvedana ferîm li tevahiya dazgehên Germiyan hat ragihandin.

Berdevkê Rêveberiya Germiyanê Heval Îbrahîm ji K24ê re ragihand ku, Ji ber bilindbûna pileya germahiyê li devera Germiyanê sibe û du sibe li tevahiya dazgehên Germiyan du roj bihnvedanên fermî hat ragihandin.

Çend roj in, şepêleke germahiyê li Herêma Kurdistanê heye, ku li gor pêşbîniyên keşnasiyan di rojên bê de pileya germê bilind dibe û li hin deveran digihe 50 pileyê. Herwiha tê pêşbînîkirin jî ku ev şepêla germahiyê heta dawiyê vê hefteyê ber xwe bide.

Devera Germiyanê bi ser parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê ve e û dikeve li ber çemê Sîrwanê.