Rêveberiya Xweser dest bi serjmêriyeke giştî kir

Encûmena Damezrêner a Sistema fedralîzma Rojava - Bakurê Sûriyê di 17ê Adara sala 2016an de, li bajarê Rimêlan hatibû ragihandin.
kurdistan24.net

K24-Qamişlo

Rêveberiya Xweser di çarçoveya amadekariyên xwe bo hilbjartnên sistema fedrliîzmê li herêma Rojava - Bakurê Sûriyê li gor endamên navenda Rojava ya lêkolînên stratîjîk dest bi pêkanîna serjmêriyeke giştî li bajarên Rojavayê Kurdistanê dike .

Derbarê wê proseyê Endamên Komîta serjimariyê Siltan Temo ji K24ê re wiha got:" Di vê demê de em bi karê serjmêriyeke giştî bo welatiyên Rojavayê Kurdistanê radibin, Rêveberiya Xweser ber bi sistema federal ve diçe , piştî ragihandina ferdralîzmê dê hilbijartin bêne encamdan , em wek navenda Rojava ya lêkolînên sitratîjîk me dît ku, ev kar pêwîstiya wê heye,  herwiha wek erkekî jî weke erkekî ji me tê xwestin.

Tê çaverêkirin ku, nêzî 10 hezar kes ji karmendên Rêveberiya Xweser li her 3ê kantonên Rojava beşdariyê di proseya serjmêriyê de bikin, ku biryare di hiyama 24 demjmêran de bi dawî were. Herwiha piştî ragihandina derencamên serjmêriyê komsîona bilind ji bo helbijatinan dê danberheviyekê di navbera, amar û tomarnameyên xwe de çêbike, li gor serokatiya komsîona navhatî nabe koçber û Erebên mexmûrî tevlî piroseya hilbijartinê ya sistema fedralîzmê bibin.

Derbarê vê yekê Seroka komisyona bilind a helbijartinan Gulnaz Salih ji K24ê re wiha axifî: " Em bo hilbijartenan amade ne , xişteyên dengdêran amade ne , dema ku Encûmena Damezrêner a sistema federal li herêma Rojava – Bakurê Sûriyê projeya xwe rabgehîne, wê dema emê encamdana hilbjartinan destpê bikin. ’’

Encûmena Damezrêner a Sistema fedralîzma Rojava - Bakurê Sûriyê di 17ê Adara sala 2016an de, li bajarê Rimêlan hatibû ragihandin.

Biryare girêbesta civakî ya sistema navhatî di 27ê vê mehê de were pesend kirin, Tevî ku hin aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê sistema fedralîzma civakî ya ku, ji aliyê Tevgera Civata Demokratîk(TEV-DEM) ve hatiyê amadekirin weke projeyek netewî Kurdî erê na kin.