Diyarbekir: 402 kes bi tuhmeta derbê hatin girtin

Li Diyarbekirê di çarçoveya lêpirsîna hewla derba leşkerî de, dozger, dadrês karmend, polîs û leşker jî di nav de 402 kes hatin desteserkirin. Bersûcên desteserkirî bi endametiya Cemaeta Fethullah Gulen ya bi derbeyê tê sucbarkirin tênê tawanbarkirin.

K24 – Diyarbekir

Piştî têkçûna hewla darbeya leşkerî li temamê Tirkiyê li dijî derbekar û endamên Cemaeta Fethullah Gulen operasyonan dest pê kir. Di çarçoveya operasyonan de Diyarbekirê jî, 2 Qeyimaqam, 300 endamên ewlekariyê û 100 mensûbên darêzgerîyê yên ku di nava wan de dozger û dadger jî hene ji erkên xwe hatin dûrxistin.

Di encama lêpirsîna hewla darbeyê de li Êlihê 142,  li Bêdlîsê 101, li Mêrdînê 138 , li Sêrtê 110 , li Rihayê 20 , li Şirnexê 311 , li Wanê 270 , li navçeya Varto ya Mûşê  10  û li  Çewlikê 83 polîs  hatin desteserkirin. Lêpirsîn didome û gav bi gav hejmara girtî û desteserkiriyan zêde dibe.