Daişê 33 kes kuştin

Evro li gund ê Cedhe ser bi nahye ya Geyare, çekdar ên Daişê 33 hevwelatî yên dever kuştine bi tuhmet a wê yekê ku harîkarî ya hêz ên Îraqî kirine û zanyarî dayîne wan.

K24- Hewlêr

Evro li gund ê Cedhe ser bi nahye ya Geyare, çekdar ên Daişê 33 hevwelatî yên dever kuştine bi tuhmet a wê yekê ku harîkarî ya hêz ên Îraqî kirine û zanyarî dayîne wan.

Rayîd Emîn Şêxanî, fermandar ê lîwa ya 91 a firqe ya 15 yê sûpa yê Îraqê bi Kurdistan 24 rageand: Piştî ku duhî ji alî yê supa yê Îraqê gund ê Ûsece li nêzîk nahye ya Geyare li jêr dest ê çekdar ên Daişê rizgar kir û ew girûp  bi bîyanû ya harîkarîkirin a hêz ên supa yê Îraqê li gundek ê dî deverê 33 hevwelatî yê sivîl gullebaran kirin.

Ev pêngav a çekdar ên Daişê piştî ji destdan deverek a berfireh dihê ku di dem a burî de hêz ên Îraqî ji jêr dest ên wan derhînane.

Di nûtirîn hevpeyvîn a wî de li ser enî ya şerr li gel Daişê fermandar ê operasyûn a Neynewa ragehand: Heynî ya dahatî nivêj a Geyare li nahye ya geyare dî bikîn û Daişê ji qezayê dê bi derxînîn.