Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Îraqê kir

Roja sêşem 19.07.2016 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Frank Baker Balyozê Brîtanya li Iraqê û şandekî li gel kir.

Roja sêşem 19.07.2016 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Frank Baker Balyozê Brîtanya li Iraqê û şandekî li gel kir.
Li hevdîtinê de behsa gef û pêşketinên dawî ya kirdarên terorîstî û hizra tundrewî ya li ser asta cîhan û navçeyê kirin. Her wiha ronahî xistin li ser serkeftinên serbaziyên beranber Da'îş li navçeyên cûda cûdayên Iraqê.
Amadekariyên operasyona azadkirina Musilê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û her dû alî tekez li wê yekê kirin ku bi navê rêgirtina li dirustbûna kêşeyên kûrtir û parastina pêkhatên olî û neteweyiyan û piştrastiya li dûbare nebûna karesatan, pêwîste berî azadkirina Musilê peymaneke siyasî li navbera aliyan da hebê û Balyozê Brîtanya Serok Barzanî ji nêrîna welatê xwe ya di derbarê vê mijarê de agahdar kir. Her wiha bi kurtî jî di derbarê biryara gelê Brîtanya ya derketina ji Yekîtiya Ewrupa û bandora wê biryarê li ser siyaseta derekî ya Brîtanya xisterû.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de di derbarê proseya siyasiya Iraqê û paşaroja peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Li vê hevdîtinê de Angus McKee Konsolê Giştî yê Brîtanya ku dawî bi erk û karên wî hatiye spasî Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di dema karkirina wî da hemaheng û hevkarê wî bûne û hêviya serkeftin û bexteweriyê ji bo gelê Kurdistanê xwest. Li beranber da Serok Barzanî hêviya serkeftinê li erk û karê wî yê nû da xwest.

 

çavk: malperr a serokatî ya Herêmê