Hêriş nekirin a PKKyê di dem a kudetayê de hêvîyê dide pirose ya aştîyê

Hewldana derbeya leşkerî a li Tirkiyê di warê siyasî û civakî de dibe sedema geşedanên nû. Li gor siyasetmedar û lêkolînerên Kurd, dema derbeyê, leşkerên derbekar dil dikirin ku PKK jî li bakurê Kurdistanê êrîşan pêk bîne da ku derbe biçe serî, lê PKK bo berdewamiya proseya aştiyê tu êrîş pêk neanî û ev jî hêviyên bo aştiyê geş dike.

K24- Hewlêr

Hewldana derbeya leşkerî a li Tirkiyê di warê siyasî û civakî de dibe sedema geşedanên nû. Li gor siyasetmedar û lêkolînerên Kurd, dema derbeyê, leşkerên derbekar dil dikirin ku PKK jî li bakurê Kurdistanê êrîşan pêk bîne da ku derbe biçe serî, lê PKK bo berdewamiya proseya aştiyê tu êrîş pêk neanî û ev jî hêviyên bo aştiyê geş dike.

Partiya Karkerên Kurdistanê ku nêzîkî salekê li dijî hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê şerekî mezin dikir, dema derbeya leşkerî a ku şeva 15'ê Tîrmehê rû dabû, êrîşekî li tu deran nekir. Li gor pisporan, PKK ji bo rewşa rêberê xwe Abdullah Ocalan û bo destpêkirina proseya aştiyê dema derbeyê êrîşên xwe da sekinandin.

Rojnameger û nivîskar Îlhamî Işık amaje kir ku eger derbekar bi ser ketina, proseya aştî bi temamî têk diçû û Kurd dê bihatina qetlkirin. Loma PKK êrîşek nekir. Her wiha Işık got eger leşker bihatana ser rêvebiriyê têkiliyên Tirkiyê û herêma Kurdistanê jî têk diçû.

Îlhamî Işik- Rojnameger û Nivîskar got: Dema derbeyê ji bo êrîşê hêza PKK hebû. Ji xwe derbekar jî li bendê bûn ku PKK êrîş bikira da ku zutirîn bigihijîn amanca xwe. Lê, PKK hem ji bo destpêkirina proseya aştiyê, hem jî bo silametiya Ocalan, dest bi êrîşê nekir. Eger derbekar bi ser ketina yekser Ocalan darde dikirin.

Dema derbeyê helwesta PKK'ê bo aştiyê wek destpêkirina hevdîtinên digel hikûmetê tê nirxandin. Serokê giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustafa Ozçelîk jî da zanîn ku hemû aliyan ji vê derbeyê şîreteke werbigire û gavên demokratîk bên avêtin.

Mustafa Ozçelîk-Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê got: Êdî Tirkiye, di meseleya Kurdan de di meseleya demokrasiyê û aboriyê de xitimiye. Tirkiye nikare bi her awayî vî şerî bidomîne. Şer bê rawestandin da ku rêya guftûgoyê jî bê vekirin. Ev îhtimal heye.

Piştî derbeya leşkerî ku bi berxwedana gel hat şikestin, niha civat li bendê ye ku kêşeyên wek Kurd û yên din bi rêya demokrasiyê were çareserkirin.