Heke kudetaçî bi serkevtiban Ocalan dahê li sêdaredan

Partiya Karkerên Kurdistanê ku nêzîkî salekê li dijî hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê şerekî mezin dikir, dema derbeya leşkerî a ku şeva 15'ê Tîrmehê rû dabû, êrîşekî li tu deran nekir. Li gor pisporan, PKK ji bo rewşa rêberê xwe Abdullah Ocalan û bo destpêkirina proseya aştiyê dema derbeyê êrîşên xwe da sekinandin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f60faa84-d07f-455a-9980-3d892a9f07a0/Nirxandina%20Derbeya%20Leshkeri.ism/manifest

K24- Hewlêr

Partiya Karkerên Kurdistanê ku nêzîkî salekê li dijî hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê şerekî mezin dikir, dema derbeya leşkerî a ku şeva 15'ê Tîrmehê rû dabû, êrîşekî li tu deran nekir. Li gor pisporan, PKK ji bo rewşa rêberê xwe Abdullah Ocalan û bo destpêkirina proseya aştiyê dema derbeyê êrîşên xwe da sekinandin.

Rojnameger û nivîskar Îlhamî Işık amaje kir ku eger derbekar bi ser ketina, proseya aştî bi temamî têk diçû û Kurd dê bihatina qetlkirin. Loma PKK êrîşek nekir. Her wiha Işık got eger leşker bihatana ser rêvebiriyê têkiliyên Tirkiyê û herêma Kurdistanê jî têk diçû.

Dema derbeyê ji bo êrîşê hêza PKK hebû. Ji xwe derbekar jî li bendê bûn ku PKK êrîş bikira da ku zutirîn bigihijîn amanca xwe. Lê, PKK hem ji bo destpêkirina proseya aştiyê, hem jî bo silametiya Ocalan, dest bi êrîşê nekir. Eger derbekar bi ser ketina yekser Ocalan darde dikirin.

Dema derbeyê helwesta PKK'ê bo aştiyê wek destpêkirina hevdîtinên digel hikûmetê tê nirxandin. Serokê giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustafa Ozçelîk jî da zanîn ku hemû aliyan ji vê derbeyê şîreteke werbigire û gavên demokratîk bên avêtin.

Mustafa Ozçelîk-Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê dibêje: Êdî Tirkiye, di meseleya Kurdan de di meseleya demokrasiyê û aboriyê de xitimiye. Tirkiye nikare bi her awayî vî şerî bidomîne. Şer bê rawestandin da ku rêya guftûgoyê jî bê vekirin. Ev îhtimal heye.

Piştî derbeya leşkerî ku bi berxwedana gel hat şikestin, niha civat li bendê ye ku kêşeyên wek Kurd û yên din bi rêya demokrasiyê were çareserkiri