Aborî a Turkîyayê piştî kudetayê

Derbeya leşkerî ya ku Tirkiye anî ber alozîyeke mezin her çiqes ji aliyê welatiyan ve hatîbe sekinandin jî zîyanek gelek mezin da Tirkiyeyê. Yek ji zîyana herî mezin giha aboriya tirkiyeyê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/41f84252-f81f-4bd5-a737-5018afa48098/AboriyaTirkiyePistiKudetaye.ism/manifest

Derbeya leşkerî ya  ku Tirkiye anî ber alozîyeke mezin  her çiqes ji aliyê welatiyan ve hatîbe sekinandin jî zîyanek gelek mezin da Tirkiyeyê. Yek ji zîyana herî mezin giha aboriya tirkiyeyê.

Piştî hewldana derbeya leşkerî û tesîra wê ya li ser aboriyê çavê hemî aliyan ma ser vekirina pîyasayan. Bihayê Dolar û zêran bilind bû. Di roja duşemê de borsaya stenbolê daketinek gelek zêde dît û %9 kêm bû. Di  dawiya wê rojê de borsa hinekê ser xwe ve hat lê cardî jî rêjeya daketinê bû %7.Dı roja Înê de nirxê borsaya Stenbolê 634 milyar dolar bû lê ev nirx  ketiye 592 milyar dolaran.

Alikarê serokwezîr û wezîrê aboriya Tirkiyeyê Mehmet şîmşek piştî roja derbeya leşkerî hewl da tesîra xerap ji ser aboriyê kêm bike

Mehmet şîmşek: Alikarê serokwezîr û wezîrê aboriya Tirkiyeyê got: ''Me hemî bergirî sitandîne. Ji bo ku pîyasa normal rêve biçe tişta pêwîst çibe em ê bikin. Zîyanek mayînde çênabe.''

Bergiriyên hatîn sitandin tesîrek baş kir û bilindbûna bihayê dolar û zêran sekinî.

Karsazan li ser derbeya leşkerî daxuyaniyek hevbeş belav kirin û peyamek hevbeş dan. 

Naîl Opak-Serokê saziya MÛSÎAD êgot:'' Em  derbeciyan lenet dikin û piştgiriya hikûmeta xwe dikin. Her çiqes tesîrek xerap ya derbeyê li ser aboriyê çêbûyîbe jî em ê bi hevre bikarin vê derbas bikin.''

Li hember tesîra xerap ya derbeyê li ser aboriyê ji aliyekê rêgirî  tên sitandin.  Ji aliyê dî ve li dijî çavkaniyên aborî yên derbeciyan jî opersyonek mezin hat destpê kirin. Di derbarê 1500 fîrmayan de lêkolînê destpê kir. Tê pêşbînî kirin di rojên bê de jî ev operasyon berfirehtir berdewam bikin.