Li Hewlêrê diyardeya karkirina zarokên penaber zêde bûye

Xirabiya rewşa aborî zarokan neçar dike ku, kar bikin.
kurdistan24.net

K24-Hewlêr

bi armanca dabînkirina keresteyên jiyana xwe ya rojan e û başkirina rewşa xwe ya aborî hejmarek ji zarokê penaber ên Rojava li Başurê Kurdistanê neçar dibin ku, kar bikin.

Xalid zarokekî 14 salî ye, xwendina xwe bicih hêla ye û neçar bû ye kar bike daku, alîkariya mala xwe bike, Xalid nêzî sê salan e, ji bajarê Kobanê koçber bûye û li bajarê Hewlêrê kar dike, Xalid dibêje ku, gelek caran bavê wî derfeta ka nabîne lewma ew alîkariya wî dike.

Xalid giliî û gazinên xwe ji kêbûna pereyên ku, ji xudanê kar werdigre dike û dibêje ku, ew ji sibehê hetanî êvarî kar dike, lê mihane tenê 160 hezar dênarî werdigre.

Pisporekî civakî derbarê vê yekê de tekez dike ku, ji ber kirîza darayê êdî ne tenê zarokê Rojava kardikin belku zarokên Başur jî dest bi kar kirine û alîkariya malbata xwe dikin.Dide zanîn ku, pêwîste dezgehên civaka sivîl û yên hikumî çareseriyekê ji pirsgirêka van zarokan re bibînin.