Di çaremîn salvegera şoreşa 19ê Tîrmehê de rexneyên tund

"Xizmeta bejewendiyên Kurdan nekir"
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Bi helkefta çaremîn salvegera şoreşa 19ê Tîrmehê weke Rêveberiya Xwesr binav dike, li piraniya navçeyên Kurdî çalakiyên corbico bi rêve çûn, herwiha rexneyên tund li Rêveberiya Xweser tên kirin.

Di çaremîn salvegera şoreşa 19ê Tîrmehê de, li Rojavayê Kurdistanê weke alîgirên Rêveberiya Xweser bi nav dikin, Beripirsên Rêveberiya Xweser tekez dikin ku, wan di hundirê çar salan de gelek destkeft bi dest xwexistine.

Ji aliyê xwe ve Encûmena Niştimanî Kurd li Sûriyê(ENKS) bi tundî wê Rêveberiyê rexne dike û dibêje ku, wanti sude jê newergirtine, herwiha bûye sedema koçkirina welatiyên Rojava, da zanîn ku, Rêveberiya Xweser xizmeta taybetmendiya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê nekirine.