Li Sêrt û Colemêrgê du taqîn rûdan

Piştî teqînê hêzên leşkerî dest bi operasyonê kirin.

K24- Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê bajarên Sêrt û Colemergê 2 teqîn rûdan, cerdewanek canê xwe ji dest da.

Îro, danê sibê li bajarê Sêrtê navçeya Şîrwanê nêzikê gundê Gozluceyê bombeya ko di bin menfezekî de hatibû dîtin ji aliyê endamên Partiya Karkerên Kurdistanê PKKyê ve hate teqandin.

Di encamê de cerdewanek canê xwe ji dest 2 cerdewan jî bi giranî birîndar bûn. Piştî teqînê hêzên leşkerî dest bi operasyonê kirin.

Ji alîkî dî ve li bajarê Colemêrgê navçeya Şemzînanê jî bombeya ko li ser rê hatibû danîn dema wesaîta leşkerî derbas dibû hate teqandin. Bombe ji ber ko piştî wesaît derbas dibû teqiya ti mirî û birîndarî çênebûn lê li ser rê çalek kûr vebû.