Tirkiyê malpera Wîkîleaksê qedexe kir

Maylên di navbera sala(2010-2016)an de hatine belav kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî ku, Malpera WikiLeaks, belgeyên ku hatin weşandin ji sala 2010an ve heta hefteyekê berî kudetayê, ku maîlên di  nav AKP’de hatine şandin weşandin, Tirkiyê qedexeya malperê kir.

Berî niha Maipera WikiLeaks ragehandibû ku, ew dê derbarê kudetaya têkçûyî li Tirkiyê 100 hezar belge biweşîne.

Biryar bû ku, malpera WikiLeaksê belgeye di dawî ya salê de biweşanda lê ji ber ku, hawla kudetayê hate kirin û têkçû û zordestî derketiye hole ew belge zû weşandin.

Malperê da zanîn  û wiha nivîsandibû ku, “ Belgeyên hatine weşandin, di derbarê babetên navxweyî de ne, li ser meseleyên ku bi cîhanê re mijûl bûne.”  Maîlên ku hatin weşandin navbera sala (2010-2016)an de li xwe digre.