HSD 48 demjimêran dide DAIŞê bo ji Minbicê derkeve

Encûmena Leşkerî ya bajarê Minbicê digel Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) destpêşexeriyekê derbarê xwevekişandina çekdarên DAIŞê ji nava bajarê Minbic di heyama 48 demjimêran de belav kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Leşkerî ya bajarê Minbicê digel Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) destpêşexeriyekê derbarê xwevekişandina çekdarên DAIŞê ji nava bajarê Minbic di heyama 48 demjimêran de belav kirin.

Encûmena Leşkerî ya bajarê Minbicê di daxuyaniyeke fermî de erêkirina xwe derbarê derketina çekdarên DAIŞê ji taxên bajarê Minbicê bi cekên xwe yên sivik belav kir.

Li gor destpêşxeriya encûmena navborî di heyama 48 demjimêran de çekdarên DAIŞê karin ji nava bajarê  Minbicê derkevin û berê xwe bIdin cihekî ku rêkeftin li ser bê kirin.

Di çarçoveya destpêşxeriyê de, Encûmena Leşkerî ya bajarê Minbicê diyar dike ku, mebesta wê ji vê pêngavê ew e ku, jiyana welatiyên sîvîl yên ku di nav şer û pevçûnan de asê mane, biparêze. Herwiha mal û avahiyên bajarê Minbicê jî ji wêranbûnê dûr bixe.

Di çend rojên borî de li ser tûrên pêwendiyên civakî kampînek dijî HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê hate raghandin.

Herwiha li gor serperiştên kampînê Encûmena Leşkerî ya bajarê Minbicê ku, gelek komkujî di derheqê sîvîlan di nava bajarê Minbicê de pêk anîne, lê ew encûmen tekez dike ku, parastina kesên sivîl  armanca wan ya sereke ye.