Xuleke perwerdekirina Pêşmergeyên Roj bidawî bû
K24 – Dihok
Li Fêrgeha Meşqa Pilingên Pêşmergeyên Zêrevanî li Xinis ya Başûrê Kurdistanê, 350 Pêşmergeyên Roj i xoleke 3 mehî bidawî kirin.
Fermandarê Fermandariya Giştî ya Pêşmergeyên Zêrevanî Ezîz Weysî di vê derbarê de ji K24ê re ragihand, aramanca hêza Leşkerên Roj ew e ku, xortên Rojavayê Kurdistanê yên li başûrê Kurdistanê dimînin, bêne amadekirin û perwerdekirin, da ku biçin Rojavayê Kurdistanê erkên xwe bibînin.