Amerîka: 3 Eendamên Qaidê li Îranê ne

Wezareta Gencîneya Amerîkayê ceza xiste ser 3 endamên rêxistina Qaide li Îranê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Gencîneya Amerîkayê ceza xiste ser 3 endamên rêxistina Qaide li Îranê.

Cîgirê Wezareta Gencîneya Amerîkayê bo karûbarên terorîzmê û zanyariyên darayî Adam Szubin ragihand ku, wan ceza xiste ser 3 endamên pilebilind yên Qaidê, ku li Îranê hin karên Qaide dikin.

Szubin ragihand jî, Wezareta Gencîneya Amerîkayê pabendî rûbirûbûna çalakiyên teroristî yên Qaide dike û nahêle destên wan bi terora darayî ya cîhanê bibe.

Szubin diyar kir, ew sê endamên Qaide bi navên Fêsel Amerî el-Xalidî, ji Siûdiyê, Yezra Mihemed Îbrahîm Beyûmî ji Misrê û Ebûbekir Mihemed Qewmîn ji Cezaîrê ne.

Li gor zanyariyên Wezareta Gencîneya Amerîkayê, ku ew sê endamên Qaidê li Îranê ne û alîkariya darayî, çek û endamên nû dişînin ji Qaidê li başûrê Keşwera Asayayê û Rojhilata Navîn re.