Parlementereke HDPê: 1 Mijdarê jî derbeyek bû

Parlementerek HDPê di Parlementoya Tirkiyê de dibêje, wan ji 7 Hezêrana sala borî de gotine ku Tirkiyê berve derbeyê diçe.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f69eaa13-0c90-42e4-a455-fe5c27a23090/HDP%20U%20AWARTE.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementerek HDPê di Parlementoya Tirkiyê de dibêje, wan ji 7 Hezêrana sala borî de gotine ku Tirkiyê berve derbeyê diçe.

Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş di Parlementoya Tirkiyê de derbarê ragihandina rewşa awarte li Tirkiyê de tekez dike ku, wan ji 7 Hezêrana sala borî de di nava parlementoyê de bi aşkere gotine ku, rewşa Tirkiyê berve kudetayê diçe.

Beştaş got: “1 Mijdarê bi xwe derbeyek bû, Parlementerên ku ji aliyê gel ve hatibûn hilbijartin. Bi desthiladariya hikûmet û serokomar ev derbe berdewam bû.

Beştaş domand jî, “Me take partî ne di nava parlementoyê de daxwaza nêzîkbûnekê di navbera aliyan de dikin, herwiha em daxwza dikin ku civîneke serkirdeyên siyasî were lidarxistin, bo rûbirûbûna vê derbeyê û awaya çareserkirina wê. Lê mixabin heta niha ti bersiv derbarê vê yekê nehatiye dayîn.”