Aşton Karter amaje bi rola Pêşmerge û Barzanî dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Bergîriyê yê Amerîkayê (Pentagon) Aşton Karter di çarçoveya civîna welatên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de amaje bi bi rola Pêşmerge û Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî de bo vekişîn û lawazkirina DAIŞê li Iraqê bilind dinirxîne. Karter aşkere kir jî, bi dabînkirina alîkariyan bo hêza Pêşmerge û hêzên din yên Iraqî, wan karîn ji kontrolkirina Mûsil nêzîk bibin.