Li Parlamento ya Turkîyayê Dengvedan a Rewsha Awarte

Li Parlamentoya Tirkiyê ragihandina Rewşa Awarte ya piştî hewldana darbeyê hate nîqaşkirin. MHPê piştgirî da biryara ragihandina Rewşa Awarte lê belê HDPê da xuyakirin ku ew dê li hemberî biryarê derkevin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/7df88111-4f9d-4d3b-805d-3629b1b4c00b/li%20parlaman.ism/manifest

K24- Enqere

Li Parlamentoya Tirkiyê ragihandina Rewşa Awarte ya piştî hewldana darbeyê hate nîqaşkirin. MHPê piştgirî da biryara ragihandina Rewşa Awarte lê belê HDPê da xuyakirin ku ew dê li hemberî biryarê derkevin.

Li Tirkiyê piştî civînên Lijneya Ewlehiyê û Civata Wezîran Serokkomar Erdogan biryara Rewşa Awarte ragihand. Biryar di rojnameya fermî de hate weşandin û ji bo gotûbêjkirina wê sewqî parlamentoyê hate kirin. Herwiha Serokwezîr Binali Yildirim, bi rêya telefonê ji Serokên Giştî yên CHPê û MHPê daxwaz kir ku piştgiriyê bide wan.

CHPê bo biryara xwe ya derbarê dengdayîna li ser Rewşa Awarte li parlamentoyê civînek li dar xist. Parlamenterê CHPê Nihat Yeşil helwesta partiya xwe nirxand.

Nihat Yeşil - Parlameterê CHPê, got:" CHP her tim li hemberî darbeyan e. Lê belê di heman demê de, li hemberî wê yekê ye ku maf û azadiya şexsî were asêkirin. Serokê me yê Giştî Kiliçdaroglu daxwaz ji me kir ku em helwesta xwe digel demokrasiyê nîşan bidin. Ji loma ji bo Rewşa Awarte biryareke giştî nehate wergirtin."

AKP ragihandina Rewşa Awarte yekem rê dibîne û dibêje ji bo Tirkiyê ji vîrûsên darbeyê paqij bibe pêwîst dike ku her çar partî jî piştgiriyê bide biryarê.

Ahmet Gundogdu- Parlamenterê AKPê,got:"Yekem care her çar partiyên siyasî bi danezaneke hevpar tevdigerin û li hemberî darbeyê disekinin. Bi tenê wateyeke vê yekê heye: Heger mesele welat be tiştên din berevala ye. Hewce bû CHP li pişt wê danezanê bisekiniya."

MHP biryara ragihandina Rewşa awarte di cih de dibîne û piştgiriyê dide hikûmetê. Lê HDP bi awayekî tund li hemberî biryarê derdikeve û dibêje niha pêwîstî bi gaveke lezgîn heye ku azadî û demokrasiyê xurt bike