Darbe û Binçavkirin a Dahatûya Tirkiye

Di 15ê Tirmehê de li Tirkiyê hewleke darbeya leşkerî pêk hat. Bi vê hewla ku neçû serî de li Tirkiyê careke din pergala leşkerî û artêşê hate nirxandin û ji bo vegûhestina wê, gavên yasayî têne avêtin. Yek jê jî Bo 3 mehan ragihandina Rewşa Awarte ye.

K24- Hewlêr

Di 15ê Tirmehê de li Tirkiyê hewleke darbeya leşkerî pêk hat. Bi vê hewla ku neçû serî de li Tirkiyê careke din pergala leşkerî û artêşê hate nirxandin û ji bo vegûhestina wê, gavên yasayî têne avêtin. Yek jê jî Bo 3 mehan ragihandina Rewşa Awarte ye.

Di serdema siyasî ya 92 salên dawîn ya Tirkiyê de 2 darbeyên leşkerî pêk hatin. Yek jê di sala 1960 an de ya din jî di sala 1980ê yî de. Di nava van 92 salan de ji aliyê leşkeran ve 3 caran jî mixtûra hate ragihandin. Yek jê di 12ê Adara sala 1971an de, a din di 28ê Sibata 1997an de, ya dawîn jî di 27ê Avrêla sala 2007an de yanî di serdema Serokkomarê niha Serokwezirê hingê Recep Tayyîp Erdogan de. Tiştê herî balkêş jî ji sala 1957an heta niha 9 caran hewlên derbeyên leşkerî pêk hatine. Tevî vê hewla dawîn ya 15ê Tirmehê jî dibe deh ku ew hewl bi ser neketine.

Di her darbeyê de yan jî hewlên darbeyî de Tirkiye ji aliyê pêşketin û parastina demokrasiyê ve li gorî welatên cîhanê her bi paş ketiye. Ji qedexeyên derbirina raman bigirin, binçavkirin girtin, kuştin û binpêkrina mafên mirovan her derketiye qada herî rajorîn. Li gorî analîstên polîtîkayê mimkûne ku di vê hewla dawîn de jî heman rûdan biqewimin. Bi boçûna siyasetmedaran, di şûna ku hikûmet pêşî li van rûdanan bigire, di her rewşên bi vî rengî yên awarte de ligel civakê, kesên rojnameger, nivîskar û akademisyen tên mexdûrkirin.

Yildirim Kaya - Endamê Encûmena CHPê, got:"Roja hewla darbeyê gelê Tirkiyê ligel parlamenterên di parlamnetoyê de li demokrasiyê xwedî derket, hem jî di binê bombeyan de. Lê di van rojên dawîn de rûdanên ku diqewimin, wê ezmûna demokrasiyê bi paş ve dibe, ne bi pêş ve. Em nizanın ew dibêjin Gulen ev yek kiriye. Birayê Cîgirê Serokê Giştî yê AKPê eger ji wan her sê fermandaran yek be ku bi mebesta darbeyê tê darizdan, bersiva van pirsan pêwîst e hikûmet yan jî Serokê Giştî yê AKPê bide."

Ji roja hewla darbeyê heta niha 241 kesî canê xwe ji dest da, hezar û 537 kes jî bîrandar ketin. 9 hezar û 194 kes hatin binçavkirin, derheqê 2 hezar û 592 kes de biryara girtinê hate ragirtin. 2 hezar 277 dadgêr û dozgerên leşker hatin binçavkirin, 270ê jê hatin girtin, 73 jê jî hîna di bin çav de ne. Herwiha heta niha 6 hezar û 823 leşker hatin binçavkirin, 457 jê hatin girtin, 2476 jê jî piştî kontrola edlî hatin berdan, 87 heb jê jî beyî ku derkevein dadgehan serbest man. Li gorî parlamentera HDP Meral Danişbeştaş piştî ragihandina Rewşa Awarte li Tirkiyê ya bo 3 mehan wê rê li ber gelek rûdanên deryasayî veke û hejmara binçavkirin û girtinan wê hîn zêdetir bibe. Herwiha Li gorî parlamenterê CHPê Ozgur Ozel ragihandina Rewşa Awarte li hemberî parlamentoya Tirkiyê heqareteke mezin e û darbeyek sivîl e. Bi boçûna

perlamenterê AK Partiyê yê kevin Abdurrahîm Akdag jî piştî vê rûdanê hatiye dîtin ku ew pêdiviya bi destûra bingehîn ya nû, hîn zêdetir peyda bûye.

Abdurrahîm Akdag - Parlamenterê Kevin yê AK Partiyê, got:"Bi baweriya min tû partî nema karin vê destûra bingehîn ya heyî biparêzin. Pêdivî bi destûreke sivîl û demokratîk heye. 79 milyon gelê Tirkiyê divê karibe bibêje erê ev qanun ya min e, azadî û mafê min tê de hatine bicihkirin. Pêvajoyek heye wê di nêzik te dest pê bike ku bibe sebeba xerê."

Bi ragihandina rewşa awarte re gelek pirs li ser hev civiyan. Li gorî daxuyaniya Berdevkê Hikûmetê Nûman Kurtulmuş ev biryar ji bo ji nûve sazkirina pergala leşkeriyê ya Tirkiyê hatiye ragihandin. Wê tû bandorê li civakê û kesên din neke. Li gorî wan siyasetmedarên ku li dij reşa awarte derdikevin jî beravajî vê yekê wê Tirkiye ber bi serdemeke reştarî ve biçe. Herwiha ew rexne li hikûmetê tê kirin ku di şerê li dij-terorê de erkê leşkeriya Tirkiyê bi riya yaseyan têra xwe hatiye zêdekirin. Berpirsiyarê van rûdanên neyînî jî wek hikûmet tê destnîşankirin. Li gorî hejmara 2016an ya herî dawîn, 626 hezar û 4 personelên artêşa Tirkiyê hene. 358 general û fermandarên deryayê heta niha li ser kar bûn. Lê piştî hewla darbeyê 109 jê hatin girtin.