Ne Darbeya Leşkerî Ne Jî Diktatorî ya Sivîl

Hewldana darbeya leşkerî ya şeva 15ê Tîrmehê, darbeya laşkerî ya 12ê Îlonê anî bîra mirovan. Darbeya 12ê Îlonê Tirkiye û bakurê Kurdistanê êşên giran pey xwe hişt. Ji ber vê yekê li Dêrsimê welatiyan him darbeya 12ê Îlonê him jî hewldana darbeyê ya 15ê Tîrmehê şermezar kirin.

K24- bakûr a Kurdisatnê

Hewldana darbeya leşkerî ya şeva 15ê Tîrmehê, darbeya laşkerî ya 12ê Îlonê anî bîra mirovan. Darbeya 12ê Îlonê Tirkiye û bakurê Kurdistanê êşên giran pey xwe hişt. Ji ber vê yekê li Dêrsimê welatiyan him darbeya 12ê Îlonê him jî hewldana darbeyê ya 15ê Tîrmehê şermezar kirin.

Hewldana darbeya leşkerî ya şeva 15ê Tîrmehê ya ku ji aliyê komek leşkerên di nava Hêzên Çekdarî yên Tirk de pêk hatibû ji aliyê gel ve hate berbestkirin. Di vê hewldanê de gelek sivîl, leşker û polîsan canê xwe ji dest dan. Piştî darbeya 12 Îlona 1980ê yekem care ku hewldanek bi vî rengî pêk tê û li seranserî Tirkiye û bakurê Kurdistanê welatî li hemberî darbeyê nerazîbûnê nîşan didin.

Li Dêrsima bakurê Kurdistanê jî Komeleya Demokratîk a Elewiyan ji bo şermezarkirina darbeyan bi dûrişma "Ne darbeya Leşkerî û ne jî Dîktatoriya Sivîl" meşek li dar xist. Piştî meşê bi daxuyaniyekê hat ragihandin ku heta ku dewlet piresgirika kurdî çareser neke, heta ku qedexeyên li ser gelan raneke dê her tim derbeyên leşkerî pêk bên. Herwiha mexdûrên darbeya 12ê îlonê hewldana 15ê Tîrmehê nirxandin.

Mazlum Arslan – Mamoste, dibêje:"Di sala 1980ê de Tirkiye gelek cuda bû. Bira bi bira dane kuştin. Partiyên siyasî, Saziyên sivîl û gel li ser pêyan bûn û li mafê xwe digeriyan. Ev hewldana îro ne darbeye. Dewlet li gorî aboriya xwe, leşker jî li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Pîr û pergal têkçûye. Ger ev yek darbe bûya dê hemû leşker biban yek deng û dê li gorî vê amadekarî kiriban."

Dersîmî dibêjin herî zêde wan ji ber darbeyan êş kişandiye û him beriya darbeyan û him jî piştî darbeyan dewletên her zextên li ser wan zêde kiriye. Herwiha welatiyên Dêrsîmî bi bîr dixin ku di her encama darbeyekê de ew 30 salan bi paş ve digerin û daxwaza zêdekirina demokrasî û azadiyan dikin.

Xidir Odûncû - Welatî , dibêje:Darbeyên leşkerî her gav zirar dane gelê sivîl. Darbeya 12ê îlonê jî daye xuyakirin ku dema darbe pêk tê herî zêde sivîl êş û eleman dikşînin. Deshilatdar ango hêzên siyasî tên guherîn lê belê gel her di wenda dikin.

Li aliyê din, Dêrsîmî ji ber metirsiya êrîşên li hemberî Elewî û Kurdan aciz in û dibêjin di 12 îlonê de gava darbeya leşkerî çû serî êrîş li taxên Elewiyan û Kurdan hatibûn kirin û niha digel ku hewldana darbeyê neçûye serî dîsa êrîş li hember Elewî û Kurdan têne plankirin.