Erdogan: Divîya dezgeh a saloxdanîyê kudetayê nevşêre

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dibêje di hewla derbeya leşkerî de kêmasiyên îstîxbaratê hebûn û pêwîst nake ew vê meseleyê veşêrin. Erdogan herwiha eşkere kir ko ew ê arteşa Tirkiyeyê di demeke herî nêz de ji nû ve ava bikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d7c8fd85-5201-4bfa-89d5-31ddbf9bf3bc/Erdogan%20Reuters.ism/manifest

K24- Hewlêr

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dibêje di hewla derbeya leşkerî de kêmasiyên îstîxbaratê hebûn û pêwîst nake ew vê meseleyê veşêrin. Erdogan herwiha eşkere kir ko ew ê arteşa Tirkiyeyê di demeke herî nêz de ji nû ve ava bikin.

Derbarê derbeya leşkerî ya 15ê Tirmehê de Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ji Ajansa Reutersê axifî û diyar kir ko kêmasiyên îstîxabarata wan henin.  Piştî ko agahiya wî ji derbeyê çêbûye wî herçend hewl dabe xwe bigihîne Serokê Îstîxbarata Tirkiyeyê Hakan Fîdan lêbelê hewlên wî bêencam mane.

``Heyf û mixabin di vê bûyerê de jî  kêmasiyên îstîxbaratê eşkere bûn. Ti wateya veşartina vê meseleyê nîne. Min vê yekê ji Serokê MÎTê re jî got. Li vir bi awayeke berbiçav valahiya îstîxbaratê heye.``

Erdogan herwiha diyar kir ko herçend li ser derbeyeka din metirsiya wan berdewam bike jî sernakeve. Lewra di çarçoveya jinûvesazkirina arteşa Tirkiyeyê de ew ê Civîna Şûraya Leşkerî ko dê meha Tebaxê pêk were dibe ko hefteyek pêştir bikin. Erdogan got di wê civînê de dê biryarên giring werin sitandin û arteşa Tirkiyeyê ji nû ve ava bikin.

``Wekî hûn jî dizanin Serokê Şuraya Leşkerî birêz Serokwezîr e. Xebat û pêşamadekariyên hikûmeta me didome. Di demek herî nêz de dê artêş ji nû ve ava bibe û ez bawerim dê hêzên me yên leşkerî bigihije xwînek taze. ``

Erdogan derbarê bîlançoya hewla derbeya leşkerî de jî got derbeker 246 kesan kuştine û ji 2185 kes jî birîndar bûne. Heta niha ji 10 hezarî zêdetir kes binçavbûne û ji wan 4060 kes hatine girtin.

Li Tirkiyeyê gelek alî di wê baweriyê de ne ko ger hewla derbeya leşkerî serbiketa dê encamê wê ji niha xirabtir nedibû. Lewra binçavkirin û ji kardûrxistina  dehan hezar kesan û ragihandina rewşa awarteyê nav raya giştî û partiyên rexnegir yên parlementoyê bûye sedema nîgeraniyek mezin. Ji ber vê yekê Partiya Komarê ya Gel CHP û Partiya Demokratîk a Gelan HDP idia dike ko biryar û fermanên Serokomar Erdogan rê li ber derbeyek sivîl vedike.