Li Tirkiyê çalakiyên li dijî kudetayê berdewam in

Şeva 15ê Tîrmehê dema leşkeran li Stenbolê dest bi derbeyê kiribûn, pêşî pira Bogaiçiyê dorpêç kiribûn.
kurdistan24.net

 

K24-Stenbol

Li Tirkiyê, çalakiyên li dijî derbeya leşkerî berdewam in. Li ser pira Bogaziçiyê ku dema derbeya leşkerî gelek kes bûn qûrbanî û birîndar, bi hezaran hemwelatiyan bi daxwaza demokrasiyê li hev civiyan û derbeya leşkeran şermezar kirin.

Bi pêşengiya platforma vîna niştîmanî, ji bo şermezarkirina derbeya leşkerî, li ser pira Bogaziçiya Stenbolê, xwepêşandeneke mezin hat lidarxistin. Ji piçûkan bigirin heya mezinan bi hezaran kes li dijî derbeyê berê xwe dan pira Bogaziçiyê.

"Mêrê min polês e, rêvebirê ewlekariyê ye. Wê rojê şer kirin. Dibe ku mêrê min jî wê rojê şehîd biketa."

"Li cihê ku derbe dest pê kiriye em bidawîbûna derbeyê radigihînin. Êdî dê derbe çênebe. Çimkî xelk daketine qadan."

Li dijî derbeyê danezanekê hat xwendin û bang li hemwelatiyan hat kirin ku bila ji qadan veneqetin. Hemwelatiyan bi argûran ber bi pirê ve meşiyan û daxwaza demokrasî kirin.

"Ji bo coşa serfiraziya li dijî derbeyê û ji bo ku xwedî li welatê xwe derkevim ez hatime vir."

" Em kêfxweş in ku li vêderê kom bûne. Înşallah carekê din bûyerekê wiha nayê serê me."

Şeva 15ê Tîrmehê dema leşkeran li Stenbolê dest bi derbeyê kiribûn, pêşî pira Bogaiçiyê dorpêç kiribûn. Wê şevê li ser pirê heta ber destê sibehê leşkeran êrîş li sivîlan kiribûn, bi sedan kes birîndar bûbûn herî kêm 6 kes jî bûn qûrbanî.