Ji sedî 85 bajarê Minbiî hatiye rizgarkirin

Di 1ê meha borî de operasyona rizgarkirina Minbicê ji aliyê Şervanên Encûmena Leşkerî ya wî bajarokî û bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî destpê kirye, heta niha ew opersyon berdewam e.

K24-Minbic

Şervanên Encûmena Leşkerî ya bajarokê Minbicê di operasyona rizgarkirina wî bajarî di pêşveçûnên xwe de ne, heta niha ji sedî 85 ji wî bajarokî hatiye kontirol kirin.

Derbarê operasyona Minbicê peyamnêrê K24ê li wî bajarokî ragehand ku, şerekî giran niha di navbera Şervanên Encûmena Leşkerî ya bajarokê Minbicê û çekdarên DAIŞê de li çarkoşeya ewlehiyê didome, tekez kir ku, şervan di pêşveçûnên xwe de berdewam in.

Li gor zanyariyê K24ê di dema destpêkirina operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê û heta niha ji sedî 85 hatiye rizgarkirin.

Di 1ê meha borî de operasyona rizgarkirina Minbicê ji aliyê Şervanên Encûmena Leşkerî ya wî bajarokî û bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî destpê kirye,  heta niha ew opersyon berdewam e.