Hilwêst a Îranê beranber bi hêriş a Elmanîyayê

Komar a Îslamî ya Îranê hêriş a bajar ê Miyûnşinê li Elmanîya şermezar kiri ku ji alî yê hevwelatîyek ê bi nijad Îranî hatibû encamdan.

K24- Hewlêr

Rojnamevanek a ajans a Jinan (Jinha) li gel rawêjkarek ê yek ji perlemantar ênHDPyê li bajarok a Nisêbînê, li bakur a Kurdistanê ji alî yê polîs ên Turkîyayê ve hatin girtin.

Li gor zanyarî yên ajans a Jjinha her yek ji Zehra Doxan, sernivîser a wê ajansê, li gel Mezlûm Kavak, rawêjkar ê Elî Altan, perlemantar ê Partî ya Dîmukratî ya Gelan (HDP)yê di dem a rûmalkirin a nûçeyekê li bajarok a Nisêbîn a ser bi Mêrdînê ji alî yê polîs ên Turkîyayê ve hatin girtin.

Wê ajansê ragehand jî: Bi bîyanû ya wê yekê ku sikala li ser wan hatîye tomarkirirn di dem a pişkinînê de, her dû hatin girtin û dûv re jî hatin şandin bo rêveberînî ya asayîş a bajar ê Mêrdînê.

 Ajans a Jinha amaje bo wê yekê jî kirîye ku pêşbînî dihê kirin evro herdû biçin pêş dadwer.