welatiyên Tirkiyê pêşwaziyê li rewşa awarte dikin

Partiya Dad û Geşepêdan AK Partî ya ku di sala 2002 de rewşa awarte ji ser bajarên bakurê Kurdistanê rakirî . niha radgihîne ku ev biryar li dijî derbeciyan hatiye sitandin .
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyeyê piştî hewldana derbeya leşkerî 3 heyv rewşa awarte hat îlan kirin.Pitirîna Hemwelatiyên ku di serneketina derbeya leşkerî rolek mezin lehîstîn piştîgiriya ragihandina rewşa awarte dikin. Lê bi taybetî Kurd ji vê rewşê metirsîdar in.

Piştî hewldana derbeya leşkerî li Tirkiyeyê 3 heyv rewşa awarte hat îlan kirin. Pitirîna aliyên Tirkiyeyê ji bo ku derbeya leşkerî sernekeve piştgirî dan hikûmetê lê hinek alî ji îlan kirina rewşa awarte metirsîdar in.

Piştî hewldana derbeya leşkerî 4 partiyên mezin yên parlamentoya Tirkiyeyê danezanek hevbeş belav kirîbûn û derbe şermezar kirîbûn.Lê yasaya ji bo îlan kirina rewşa awarte hemî partiyan piştgirî neda. Giştiya HDPê û pitirîna CHP yiyan li dijî vê yasayê derketin. Lê ev yasa bi dengên pitirîna parlamenteran hat pesend kirin.

Li meydana herî navdar ya Stenbolê Taksîmê pitirîna wan kesên ji K24ê re axivîn li dijî derbeya leşkerî derketin û piştgiriya îlan kirina rewşa awarte kirin.

''Em derbeya leşkerî şermezar dikin. Ragihandina rewşa awarte tiştekî baş e. Ji xwe li Fransa yê jî hatiye ragihandin''

''li ser ragihandina rewşa nikarim tiştekê bêjim. Em herdem li pişt Serokê xwe Erdogan in''

''Derbe xiyanete. Dest dirêjiye li ser axa welat. Ez bawerim rêveberên me dê xeletiyê bi rêya rastiyan çareser bikin.''

Dinav welatiyan de hinek kes jî ji ber metirsiya astengkirina azadiyan li dijî rewşa awarte derdikevin.

'' Em li dijî derbeya leşkerî ne. Lê em hêvî dikin rewşa awarte astengiyê ji me welatiyan re çêneke.''

''Em li dijî hemî derbeyên sîyasî û leşkerî ne. Eger rewşa awarte di asta niha de be ti kêşe nîne lê wek rewşa salên 90 an be pirsgirêk mezin e.''

Kurdên ku li bajarên bakurê Kurdistanê rewşa awarte dîtîn ji ber binpê kirina mafê mirovan ji rewşa awarte metisîdar in.

''Derbe her li ser me Kurda heye. Derbe ne tişteki ne baş e. Lê bi rêya wê bila Tirk jî bizanin em di çi rewşê de ne.''

'' Em naxwazin şer hebe bê aramî hebe .bila aramî bê hem Kurdistanê hem jî Tirkiyeyê''

Partiya Dad û Geşepêdan AK Partî ya ku di sala 2002 de rewşa awarte ji ser bajarên bakurê Kurdistanê rakirî . niha radgihîne ku ev biryar li dijî derbeciyan hatiye sitandin û hewl dide endîşeya welatiyan kêmbike.