Di pilana encamderên kudetayê de kuştina parlamenterên HDPê hebû

Dixwestin rewşa Tirkiyê aloz bikin.

K24-Navenda Nûçeyan 

Piştî hewldana derbeya leşkerî bi 3ê rojan, Birêveberiya Ewlekariya Giştî, dezgeyên ewlekarî yên 81 bajarên Tirkiyê heşyar kirin, derbekaran plan kiriye ku, hemberê rêveber û Parlamenterên HDP'ê êriş û hewldanên kuştinê pêk bînin.

Birêveberiya Ewlekariya Giştî ya Tirkiyê, di heşyariyê de desnîşan dike, endamên Cemaeta Fethulah Gulen, plan kiriye ku bi balefirên şer Girtîxaneya Girava Îmralî bombe bikin ku têde Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan heye.

Herwiha di heşyariya nivîskî de tê gotin, derbekaran plan dikin ku, bi kuştina rêveber û endamên HDP'ê kurd dakevin kolanan û bi xwepêşanderên dijî derbeyê re werin hemberî hev û şerê navxweyî derkeve.Bi vê tê xwestin, li seranserê Tirkiyê rewş aloz bibe.

Piştî hewldan derbeyê, li ser girava Îmralî balefir û helîkopter firyabûn û ji ber vê, bo parastina Îmralî, heşyariya ewlekarî hatibû dayîn.