Kabol teqîn: 61 kes hatin kuştin

Di dema birêveçûna xwepêşandeke aştiyane, li Kabol paytexta Efganistanê teqînek çê bû, di encamê de 61 hatin kuştin û zêdetirî 200 kesên din jî birîndar bûn.

K24 – Navneda Nûçeyan

Di dema birêveçûna xwepêşandeke aştiyane, li Kabol paytexta Efganistanê teqînek çê bû, di encamê de 61 hatin kuştin û zêdetirî 200 kesên din jî birîndar bûn.

Wezareta Navxweyî ya Efganistanê ragihand ku, li Kabolê di dema xwepêşandaneke Şîeyên Efganistanê birêve diçû, teqîneke xwekujî hate kirin. di encamê de 61 hatin kuştin û zêdetirî 200 kesên din jî birîndar bûn.

Piştî teqînê DAIŞê li ser tûra pêwendiyên civakî berpirseyatiya xwe ji ber wê êrîşa xwekujî ragihand.

Berdevkê Serokatiya Efganistanê ji ajansa “Associated Press” re ragihand ku, desgehên sîxoriyê berî bûyera teqînê zanyariyên wan hebûn û wan jî rêkxerên xwepêşandanê agahdar kiribûn, lê rêkxerên xwepêşandanê red kirin xwepêşandana xwe bipaş bixin.