Li Dêrisimê PKKê êrîşî polîsan kir
K24-Navenda Nûçeyan
Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê gerîlayên PKKî êrîşî navendeke leşkerî ya polîsan kirin, di encam de polîsek hate guştin û 2 birîndar bûn.
Li gor medyaya Tirkiyê şeva borî gerîlayên PKKî êrîşî navendeke leşkerî kirin, di encama wê êrîşê de polîsekî canê xwe ji dest da û 2yên din bi giranî birîndar bûn.
Li gor Artêşa tirkiyê ragehandî di wê êrîşê de roket û çekên kilaşinkof hatin bikaranîn.Herwiha piştî êrîşê hejmareke ji otombîlên leşkerî ew dever dorpêçkir û birîndar veguheztin nexweşxanê.
Ji aliyê xwe parêzgerê Dêrsimê ew êrîş piştrast kir û da zanîn ku, daku zirareke zêde negihe xelkê wan şerê giran û teqeya zêde nekirye.
Piştî bûyerê derketina derve hate qedexe kirin.