Li Minbicê taxa El-Benawî hate rizgar kirin

Di 1ê meha borî de operasyona rizgarkirina Minbicê ji aliyê Şervanên Encûmena Leşkerî ya wî bajarokî û bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî destpê kiriye, heta niha ji sedî 80 ji Minbicê hatiye kontrolkirin û hîn şer berdewam e.

K24-Minbic

Şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê di operasyona rizgarkirina wî bajarokî de karîn danê vê sibehê piştî şerekî giran taxa El-Benawî ji çekdarên DAIŞê rizgarbikin.

Derbarê rizgarkirina wê taxê peyamnêrê K24ê li bajarokê Minbicê Ekrem Salih ragehand ku, davê vê sibehê şer û pevçûn di navbera Şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê û çekdarên DAIŞê tûnd bû, di encam de Şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê karîn taxa El-Benawî rizgar bikin.

Berî niha Encûmena Leşkerî ya bajarê Minbicê digel Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) roja 21 Tîrmehê destpêşexeriyekê derbarê xwevekişandina çekdarên DAIŞê ji nava bajarê Minbic di heyama 48 demjimêran de belav kirin. Lê DAIŞê bersiva wan neda û êro danê sibehê şer bi giranî destpê kir.