Li bajarê Rihayê li ser pişta keran avê dibin malên xwe

Welatî dibêjin ger ev kêşeya wan neyê çareserkirin dê tenduristiya wan bikeve xetereyê de û dê di nava gundê wan de nexweşî belav bibin.
kurdistan24.net

 

K24-Riha

Di heyama îro de gelek kêm dever hene ku kêşeya avê dikêşin. Di avahiyên ku nû tên çêkirin de jî ava germ û ava sar bi hev re hazir û bezirin. Lê belê di sedsala 21an de hin dever hene ku hîna bi rêk û rêbazên berê ava vexwarinê dibin mala xwe.

Şêniyên Gundê El-xesa girêdayî navçeya Girêsora bajarê Rihayê ji ber ku di gundê wan de ava vexwarinê tuneye, her roj diçin ser kaniya ku kîlometreyekê dûrî gundê wan eû li ser pişta keran ji bo mala xwe ava vexwarinê tînin.

Gundê ku 42 kîlometreyan dûrî navenda bajêr e ji bo pêdiviya ava vexwarınê bi salane lêkolîn tên kirin, lê mixabin hîna jî ava vexwarinê nehatıye dîtin. Gundiyên ku di nava rojê de rojê du danan diçin û bi keran avê dikişîninrave dikin ku rewşa wan gelek xirab e û ger çareserî neye kirin dê gelek nexweşî peyda bibin.

"Li gundê me av tune ye em rezîl bûne. Hûn dibînin av gelek kêm tê. Dema ev av jî hişk dibe em wê ava ku ajalên me jê vedixwin em jîvedixwin. Zarok û xanimên me tên bi keran, metereyên ava vexwarinê dibin malê. Em sedsala 21an de dijîn, ev halê me hûn dibînin."

Li gundê El-xesê barê herî giran dîsa li ser milê jinan e. Jinên li vî gundî çar demsalên salê vê zehmetiyê dikişînin. Jinên gund rave dikin ku ew zivistanê jî diçin ser çem cil û bergên xwe dişûn;ji ber vê yekê jî dest û lingên wan diqerimin.

"Em hêj diçin li ser robaran cilên xwe dişûn. Ava me tune ye. emrême binedîtina avê re derbas bû. Di nîvê rojê de di mala me de ava vexwarinê tune ye. Berf dibare baran dibare em perîşan dibin, dîsa jî em diçin li ser robaran avê tînin."

Şêniyên gundê El-xesê bang li rayedarên dewletê dikin ku demildest bên ji bo wan li nava gund ava vexwarinê peyda bikin. Şênî dibêjin ger ev kêşeya wan neyê çareserkirin dê tenduristiya wan bikeve xetereyê de û dê di nava gundê wan de nexweşî belav bibin.