Rojnamevan Avnî Ozgurel kudeta nerxand

Li gor Ozgurel Tirkiye li ser mijarên Iraq û Herêma Kurdistanê jî polîtîkayên nû dê diyar bike.
kurdistan24.net

K24-Enqerê

Rojnamevan  Avnî Ozgurel yê ku  nêzîkî Serokomarê Tirkiyê Erdogan tê nasîn hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê ji Kurdistan 24ê re nirxand û got: Hewldana derbeya leşkerî ji aliyê CIA yê ve hatiye plankirin û di demên pêşde pêwendiyên Washington û Enqereyê dibe ku aloztir bibe. Ozgurel diyar kir ku Tirkiye bermaberî Amerîkayê, dê nêzîktîrî Rusyayê bibe û bandora wê dê li ser Suriyê Iraq û Herêma Kurdistanê çêbe.

Piştî hewldana derbeya leşkerî li Tirkiyê pêwendiyên Washington û  Enqere  aloztir dibe. Fetulah Gulen yê  ku wek serokê cemaeta Gulen tê nasîn û wek tawanbarê derbeya lêşkerî tê binavkirin Ji ber ku Amerîka li dijî derbeya leşkerî helwestek tund nîşan nedaye piraniya aliyên Tirkiyê dibêjin  Amerîka li pişt vê derbeyê ye.

Rojnamevan  Avnî Ozgurel yê ku  nêzîkî Serokomarê Tirkiyê Erdogan tê zanîn ji Kurdistan 24ê re ragihand ew jî li ser heman fikrêye.

Rojnamevan Avnî Ozgurel wiha ji K24ê re got:"Amerîka dixwaze ku li Tirkiyê desthilatdar her tim li gor Washingtonê tevbigere. Lê Erdogan rêberekê wisa nîn e ku guh bide wan. Ji ber wê, demeke dirêje Amerîka ji Erdogan dilgiran e. Kes nabêje me derbe kir. Lê hemî tişt nîşan dide ku ev derbe ji aliyê CIA'yê ve hatiye kirin. Fetullah Gulen tenê figuranek e."

Li gor Ozgurel pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê yên ku ji ber alikariya Amerikayê bo PYD xera bûye piştî vê geşedanê dê xeraptir bibe.

"Tirkiye ligel Amerîka û Ewropayê pêwendiyên xwe bi temamî qut nake. Lê piştgiriya Moskovayê ya li dijî derbeya leşkerî bo Tirkiyeyê dê Tirkiye û Rusya nêzîkî hev bike. Pêwendiyên herdu welatan dê li gor berê baştir bibe.''

Avnî Ozgurel radigihîne ku nêzîkbûna Rusya û Tirkiyeyê dê li Rojhilata navîn bandorek mezin bike.

"Tirkiye dê di meseleya Suriyê de ligel Rusyayê hevkariyek nû bike û xwe ji  Amerikayê dûr bixe. Îxtîmalek din  jî ew e ku Tirkiye ji bilî Esad li gel rejima Baas jî pêwendiyan dane û ji bo parastina yekitiya axa Sûriyeyê hewl bide."

Li gor Ozgurel Tirkiye li ser mijarên Iraq û Herêma Kurdistanê jî polîtîkayên nû dê diyar bike.

"Li gor min dibe ku birêz Erdogan di heyva pêşiya me de li ser vê mijarê şandeyekê dê bişîne Hewlêrê an jî birêz Barzanî li Tirkiyê biezmîne. Ez bawer im di van hevdîtinan de ji pêşeroja Iraqê bigire heta serxwebûna Kurdistanê her tişt dê bên axaftin. Birêz Barzanî û birêz Erdogan ji hev bawer in. Tirkiye ji daxwazên Barzanî re nabêje na."

Avnî Ozgurel diyar kir ku piştî hewldana derbeya leşkerî der barê proseya aştiyê, kêşeya Kurd de proseyek nû dê dest pê bike.